26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Artêşê Mihemed Mursî ji serokatiya Misrê da alîkî

Çavkanî: KDP.info

Misrê-Ajans/ Piştî ku derfeta 48 seatan bi dawî bû, serkirdeyê Artêşa Misrê Ebdulfetah el-Sîsî, daxuyaniyek da ku tê de serok Mihemed Mursî ji ser desthilatê da alîkî.

Di daxuyaniyê de, El-Sîsî nexşeya pêvajoya rêvebirina dewletê di dema veguhêz de ragihand.

 

Li gor xalên nexşeyê, Artêşê kar bi Destûrê rawestand û desthilat siparte serokê dadgeha Destûrî heta ku hilbijartinên pêşwext werin kirin. Her li gor van xalan, komîteyeke lihevhatina niştimanî û hikûmeteke demkî dê werin damezrandin.

Tê çaverêkirin ku îro, serokê dadgeha destûrî Edlî Mensûr wek serokê demkî yê Misrê sond bixwe û bi karûbarên serokatiyê rabe.

Nûçeyên têkildar