26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rejîma Êranê 5 ciwanên din ên kurd darve kirin

Çavkanî: KDP.info

Rojhelatê Kurdistanê-KDP.info/ Komara Islamî ya Êranê li zindana Urmiyê 5 ciwanên Kurd darvekirin. Ciwanên ku hatine darvekirin 2 ji wan bira ne.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), rejima Komara Islamî ya Êranê duh serê sibehê li zindana bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 5 ciwanên Kurd ku ji wana 2 birane darvekirin. Hate ragihandin ku, şevê din ve cenazeyan radestî malbatan dikin.

 Ev 5 ciwan jî wekî gelek ciwanên din ên Kurd û wekî gelek muxalifên Êranê bi tawanên edlî têne darvekirin. Êran ji bo ku nerazîbûna li hemberî darvekirinê kêm bike, muxalifên xwe bi tawanên edlî gunehbar dike û paşê darve dike.

 Navê 3 ji wan ciwanan wiha ye; Candar Mîrzayî, Mêhrab Mîrzayî kurê Mîrza Mihemed ji gundê Aqçeqelê ne. Ev her du bira ne, Mihemed Salih Qere Etîwend ji kurê Elî gundê Baleka ye. Du kesên din ku navê wan nehate zanîn yek ji Makoyê û yek ji gundê Mastekawa ya Urmiyê ye.

Nûçeyên têkildar