26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê encumena serkirdeya Kerkûk – Germîyan seredana kunsulxaneya Amerîka kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja çarşemê Ji bo gengeşekirina rewşa sîyasîya Iraqê bi giştî û Kerkûkê bi taybetî, serokê encumena serkirdeya Kerkûk – Germîyan Selah Delo û şandîya pê re seredana kunsulxaneya Amerîka li Kerkûkê kir. 
wek tê xuyakirin ku ev şandîya han digel berpirsên beşê sîyasî yê di evê kunsulê de Daniz Krisda kombûnek saz kirin û hemû mijarên pêwendîdarên bajêrê Kerkûkê gengeşe kirin.
Di beşeka dina evê kombûnê de, behis li ser alîyên civakî û ewlledarî û xizmetguzarî hatin kirin, da ku pêkol ji bo başkirina ev alîyên han bihên kirin û arîşeyên sîyasî bihên çareserkirin.
Di evê derbarê de Selah Dilo got, heger ev arîşeyên han ên navbera alîyên sîyasî hate çareserkirin wê demê terorîst nikare bi hêsanî operasîyonan nav bajêrê Kerkûkê encam bide.
 

Nûçeyên têkildar