Sedr amade nîne bi tenê bi Malikî re kom bibe

Serkirdeyê alîyê Sedr û berpirsê pêwendîyên giştîyên alîyê Sedr Heyder Yasirî ji rojnama Elşerqewsat re ragihand, ku hinek dewletên herêmî û alîgirên Hevpeymanîya Niştimanî pêkol dikin, ku birêz Muqteda Sedr li ser mijara vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî peşîman bibe.
Di evê derbarê de Heyder Yasirî got, ev alîyên han dixwezin Sedr li ser çaksazîyên Malikî ji bilî vekşandina bawerîyê razî bibe.
Herweha got, Sedr ev daxwaza han ret kir û ji wan re ragihand, ku pirosesa vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî ne tenê daxwaza wîye, lê belê daxwaza Hevpeymanîya Kurdistanî û lîsta Iraqîye û hinek alîyên din nav Hevpeymanîya Niştimanîye.
Herweha navhatî amaje bi evê çendê jî da, ku pêşnîyazek heye Malikî here bajêrê Necefê û li wêderê bi Sedr re kombûnekê saz bike, lê belê ev pêşnîyaza han hate retkirin.




