Muqteda Sedr: ti rê çareyeka din ji bilî muhrkirina Celal Talebanî li vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî nîne

Muqteda Sedr serokê alîyê Sedr ragihand, ku ji bilî muhrkirina Celal Talebanî serokê komara Iraqê li ser nameya vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî ti rê çareyeka din nîne.
Di evê derbarê de li gorî Radio Nawa, Muqteda Sedr di axftinekê de ragihand, ku heta niha Celal Talebanî serokê komara Iraqê muhr li ser mijara vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî nekirîye, weha jî got ku ji bilî muhrkirina Celal Talebanî ti rê çareyeka din nîne.
Sedr di dirêjayîya axaftinên xwe de li hember alîgirên xwe eve jî da xuyakirin, ku ji bilî komkirina muhran bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî piştivanîya ti projeyên din nake.




