26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Misrê 7 kes hatin kuştin û çend wezîr û berpirs dest ji karê xwe berdan

Çavkanî: KDP.info

Misrê-Ajans/ Li gorî ajnsên Misrê li Misrê di şer û pevçûnên di navbera alîgirên serokê Misrê Mihemed Mûrsiyê û opozisyonê de 7 kes hatin kuştin, û bi dehan kes jî birîndar bûne. 

Şeva din serokê Misrê Mihemed Mûrsî beşdarî televizyonê bû û diyar kir ku ew bi hilbijartinê bûye serokomar û wê berpirsyartiyên xwe bêne cih. 

Ji aliyekî dî li gel zêdebûna nerazîbûnan û xwepêşandanên dijî desthilaya Îxwan Muslimîn û serok komarê îslamgerayê Misrê Muhemed Mûrsî, duh wezîrê derveyê evî welatî Muhemed Kemal Omer dest ji karê xwe berda.

Xêncî wezîrê derveyê Misirê, her duhî Îhab Fehmî peyvdarê serok komar û Ela Elhedîdî peyvdarê hikûmetê jî dest ji kar berdane.

Herwisa ajansa fermîya nûçeyan a Misirê MNA ragihand, ku 5 wezîrên kabîneya serokwezîr Huşam Qendîl serokwezîrê Misrê jî dest ji karê xwe berdane. Li gor evê nûçeyê Wezîrên jînge, peywendî, tûrîzm û karûbarê parlemanî duh nameya dest ji kar berdana xwe radestê Huşam Qendîl serokwezîr kirine

Nûçeyên têkildar