Kongirê Cinêfê Kurdistan bi dewleteka serbixwe da nasandin

Di kongirê peymangeha Hîwa bo pêgehandina serkirdan ku li baregayê netewên yekgirtî li cinêf bi pişkdariya çend welatên kêşwerên Emerîka û Asiya û Ewropa û Efrîqiya destbkarbûy, nasandina şandê herêmê wek dewleteka serbexwe hate xwendin.
Merîwan Neqşibendî pişkdarbûyê kongirey diyarkir ku di kongirey da, di çiwarçuvê nasandina herêma Kurdistanê ku bi serokatiya Şêx Mihemed Şakelî rawêjkarê serokê herêmê bo karubarên aynî ku pişkdarî kongirey bûy, wek dewleteka serbexwe li rêja welatên dî yên pişkdar navê wê hate xwandin.
Di kongirey da, amaje bi çawaniya pêgehandina serkirdên jêhatê hate kirin dîsa li gel çawaniya birêvebirina wan welat û deverên ku pêkhatên cuda cuda yên siyasî û civakî û aynî têda hene




