Malikî daxwaz ji Amerîka dike ku Exxon Mobil karê xwe li Kurdistanê ragire

Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê di beyannameyekê de daxwaz ji Barak Obama serokê Amerîka kir, ku karên kompanîya petrolê Exxon Mobil di biwarê geran û derêxistina neftê de li herêma kurdistanê rabigre.
Di evê derbarê de li gorî Rudaw, Malikî di nameyekê de girêbestên kompanîya petrolê Exxon Mobil digel hukûmeta herêma kurdistanê wek gefekê bi ser aramîya Iraqê bi nav kir.
Alîkarekî Nûrî Malikî ragihand, ku Malikî nameyek ji serokê Amerîka re şandîye û tê de daxwaz ji Obama dike, ku destêwerdanê di evê mijarê de bike".
Wek tê xuyakirin ev nama han jî ji ber evê çendê tê, ku herêma Kurdistanê roja sêşemê ragihand ku dê ew rêjeya derêxistina petrolê zêde bike bi pênc caran ji evê niha derdikeve, û ji bo vê jî girêbesteka nû digel kompanîyên petrolê muhr dike.




