Bi Dehan Kes li Iraqê Hatin Kuştin

Bexda-Ajans/ Otombêleke bombekirî li nêzî çayxaneyekê li Bexda teqîya û di encam de 12 kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Duh jiber teqînekê 3 welatî hatin kuştin û 7 welatiyên din jî birîndar bûne .
Ji aliyekî din ve her duh otombêleke din ya bombekirî li Başûrê bajarê Bexdad`ê teqiya û di encam de 18 kes hatin kuştin û birîndar bûne.
Li gor çavkaniyeke polîs, teqîneke din duhî danê êvarê devera Ebo Deşîrî ya li Başûrê bajarê Bexdad`ê rû da û di encam de 4 kes hatin kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûne.
Her ji Nîsana 2013’ê vir ve, astê tundûtûjîyan li Iraqê gelek zêde bûye, ku her ji destpêka Nîsanê heta niha, bi kêmî ve 2,000 kes li Iraqê hatine kuştin




