26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Rojava Partiya Yekîtî endametiya xwe di desteya bilinda kurdî de ragirt

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro / Piştî rûdanên Amûdê li Rojavayê Kurdistanê lijna navendî ya Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê kombûnek kir û piştî kombûnê beyanameyek belav kir.

 Di kombûnê da behsê êrişa nerewa ya çekdarên YPG û asayşa PYD bi çekên sivik û giran bo ser xwenîşadana aştiyane ya Amûdê hate kirin ku daxwaza serbest berdana çalakivanên sivîl dikir ku mawê deh rojan bû bêy behane di zîndanên PYD dene.

Di beyannamê da herwesa hatî ye ku lijna navendî wesa dibîne ku tundutûjiya bê behane dê karîgeriyeka xerab li ser aştiya xelkê li deverên kurdî hebe û armanc jê ewe kurdan bikêşne şerekê navixwe yê kurdî û bi hevdu ve mijûl bikin û rolê wan di şorşa Sûriyê de rabigirin, herwesa armanc jê ewe aliyek bi tenê di gorepana kurdî de baladest be û rolê partiyên civata nîştmanî bihête lawaz kirin.

Komîteya navendî ya Partiya Yekîtiya kurd kuştara Amûdê û durpêçkirina nivîsîngeha partiya yekîtî û gulle barankirina heval Aras Bengu li nivîsîngehê ku bo egerê şehîdbûna wî bi dijwarî şermzira kir, li dûv beyannama partiya yekîtiya kurdî nêzîkî 90 kesan li amudê hatîne desteserkirin û ji wan 70 kes ji partiya yekêtiya kurdî ne û di heman dem da bajêr yê hatî ye dorpêç kirin û hatin û çûn ya hatî ye qedexekirin.

Di pişkeka dî ya beyannamê da partiya yekêtî dirustkirina tumetên bê binema bo şehîd û zîndaniyan şermzar dike û herwesa rêgiriya PYD li malbatên şehîdan bi veşartina şehîdên xwe di rê û resmên ji hejî da bi cihê şermê û xaleka reşe di dîroka wan da hisab dike.

Lijna navendî herwesa li ser reftara hêstiriyay ya çekdaran rawestiya ku nivîsîngehên çend partekên civata nîştîmanî kire armanc û çend tirombêl li dêrikê sotin û hêriş kire ser xunîşadanên Qamişlo li rojên eynî û şembî.

Lijna navendî ya parta yekêtiya kurdî pênigava pitiriya civatên nîştîmanî ya kurdî bi başî li qelem da ku ji egerê reftarên çekdarên PYD xwe ji desteya bilinda kurdî vekêşaye, herwesa ragehand ku biriyar hate dan partiya yekêtiya kurdî endametiya xwe di desteya bilinda kurdî da ragirt.

Nûçeyên têkildar