26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sê nûnerên ENKS karê xwe di DBKê de rawestandin

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Sê nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wek bertekek li ser bûyerên bajarê Amûdê, endamtiya xwe di Desteya Bilind a Kurd (DBK) de rawestandin.

 Li gor daxuyaniyekê ku duh belav bûye, Siûd Mela, Ismaîl Hemê û Beşar Emîn endamtiya xwe di DBKê de rawestandin.

 Di daxuyaniyê de tê gotin ku rawestandina endamiyê wek bertekek li ser reftarê çekdarên Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û êrîşên wan li dijî çalakvan û alîgirên ENKSê ye. 

 Hersê endaman diyar kirin ku pêngava wan wek bersivekê ye li hember êrîşên ku li dijî gundê Til Xezalê yê Kobanê û bajarê Amûdê ku tê de 10 kes li ser destê YPG û asayîşa PYDê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar