25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi beşdarbûna nûnerê serok Barzanî li Bakur 500 xwendevanên Enstîtyuta Kurdolojî derçûn

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Yekem care li Bakurê Kurdistanê li zanîngeha Artakulu ya Bajêrê Mêrdînê 500 xwendevanên Kurd yên beşê Enstîtyuta Kurdolojiyê bi serkeftî derçûn.

 Hate ragehandin ku, Enstîtyuta Kurdolojî ya Zanîngeha Artuklu ya bajêrê Mêrdînê, di dîroka Bakurê Kurdistanê de yekemîn care derçûyên xwe dide. Ji bona derçûyên xwendekaran, Li avahiya Enstîtûya Kurdolojî ya Zanîngeha Artuklu ya bajêrê Mêrdînê, merasîmek hate sazkirin û ji bo merasîmê, nûnerê serokê Kurdistanê Felekeddîn Kakeyî, Wezîrê Perwerdeya netevî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îsmet Xalid û gelek rewşenbîrên tirk beşdarbûn.

 Di merasîmê de, peyamên pîzbahiyê yê Serokwezîrê Tirkîyê Receb Tayîb Erdogan, gelek endamên Civata Wezîran û rêveberên Partiya Aştî û Demokrasiyê hatin xwendin.

 Di merasîma dîrokî de xwendevanan bawernameyên xwe bi destê rojnamevan û nivîkarên navdar Cengîz Çandar, Oral Çalîşlar û Bejan Matur wergitin û pişt re bi coşeke mezin pîroz kirin.

Nûçeyên têkildar