26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Amedê polîsan êrişî xwepêşandanê kirin

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê, xwepêşandana ku ji bo fişarê bixin ser hikûmetê da ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de gavan bavêje, rastî mudaxeleya polîsên Tirkiyê hatin. Di encamê de 5 kes birîndar bûn.

 

Polîsên Turk li ber avahiya hêrîş kirin ser Meşa BDP’ê ku duhî bi dirûşmaya, ( Bila Hikûmet Gavan Biavêje) ku di encama de herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Piştre polîsan bi bombeyên gazê û ava şid girseya li ber Bulvara Turgut Ozal ku belav bû, polîs bi bombeyên gazê êrîşî avahiya bajêr a BDP’ê kir. Tevî hişyariyên rêveberên partiyê û parlamenteran jî polîsan bi dehan bombeyên gazê avêt avahiya bajêr lewra gelek welatî ji bo ji êrîşê xwe biparêzin ketin avahiya bajêr û malên derdorê tevî wê yekê polîsan bombeyên gazê avêtin şaneşînên hin malan jî.
Piştî girseya gel belav bû jî bi sedan polîsên bi kincên fermî û sivîl hêrîşî mirovên û gelek kes binçavkirin.

 

Nûçeyên têkildar