26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê girêbesteke din a petrolê îmze kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku girêbestek ligel şirketa Gulf Keystone Petroleum a Brîtanî îmze kiriye bo derxistin û pêşxistina kêlgeha petrolê ya Şêxan.

 Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê bi daxwiyaniyekê ragehand ku girêbestek ligel şirketa Gulf Keyston îmze kiriye û got: ‘’Niha şirketa Gulf dikare li kêlgeha petrolê ya Şêxan rojane 40 hezar bermîl petrol berhem bîne, lê tê çaverêkirin heta sê salên din ev rêjeya han bigihe 150 hezar bermîl petrol.’’

 Di daxwiyaniya wezaretê de wiha tê gotin: ‘’Biryar e şirketa Gulf Keyston sala 2018’ê asta berhemanînê li kêlgeha petrolê ya Şêxan bilind bike bo 250 bermîl petrol di rojekê de.’’

 Wezareta Çavkaniyên Xwezayî radighîne ku hedefa wan ew e ku asta berhemanîna petrolê heta dawiya sala 2015’ê bighînin yek milyon bermîl di rojekê de, 10 sal piştî w^jî asta berhemanîna petrolê bighînin 2 milyon bermîl petrol di rojekê de.

 Ji 17 welatên cîhanê 40 şirketên petrolê li Herêma Kurdistanê kar dikin û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê jî tekez dike ku hikûmeta herêmê hewl dide heta dawiya salê asta berhemanîna petrolê bighînin 400 hezar bermîl petrol di rojekê de. Basnews

Nûçeyên têkildar