KRG: Bi rêya firokexanyên Kurdistanê çek naçe bo şoreşgerên Sûriye yê

Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva parlamenterên ser bi lîsteya Nurî Malikî da, ku gotibû, di rêya firokxaneyên Herêma Kurdistanê re hêsankarî ji bo hindek firokeyan tê kirin ku çekî û cebilxaneyê bo şoreşgerên Sûriyeyê vediguhêzin.
Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe dibêje ku gotinên parlamenterê ser bi lîsteya Dewleta Qanûnê a bi serokatiya Murî Malikî daxuyaniyên bê bingeh in û tenê ji bo têkdana rewşa arama Herêma Kurdistanê ne.
Ev li jêr daxuyaniya serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Welîd Elhilî endamê parlamentoya Iraqê ser bi lîsteya Dewleta Qnûnê (lîsteya Nurî Malikî) daxuyaniyeke bê bingeh a tijî gotinên tal û tîj di hindeke malperan de weşandiye ku, qaşo di rêya firokxaneyên Herêma Kurdistanê re hêsankarî ji bo hindek firokeyan tê kirin ku çekî û cebilxaneyê bo şoreşgerên Suriyeyê vediguhêzin.
Berî hemû kesan lîsteya Dewleta Qanûnê û hikûmeta federal a Iraqê gelek baş dizain ku tevaya firokexaneyên Îraqê, bi Herêma Kurdistanê jî ve, di bin çavdêriya Konseya Firokevaniya Şaristanî a Îraqê de ne û wan, li ser tevaya geştên Herêmê û ew hevwelatî û alavên di rêya firokexaneyên Herêma Kurdistanê re tên veguhastin zaniyariyên hûr hene.
Bê guman van daxuyaniyên neyarên gelê me tu qîmet nîne, çunkî bi tenê ji bo armancên siyasî û danîna astengan li pêşiya ezmûna serkeftiya Herêma Kurdistanê, şêlûkirina aramî û seqamgîrî ya Herêmê û ragirtina pêşkeftinên berdewamên civaka Kurdistanê ne.
Ji ber vê yekê, em, weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, van daxuyaniyên bê bingeh yên parlamenterê lîsteya Dewleta Qanûnî bi dijwarî şermezar dikin û em radigihînin ku, bi tu awayî firokexaneyên Herêma Kurdistanê ji bo wê armncaê nehatine bikaranîn, di heman demê de, em pabendbûba hemû firokexaneyên Herêma Kurdistanê bi qanûn û tewsiyeyên taybet yên Konseya Firokevaniya Şaristanî a Îraqê dupat dikin.




