26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Piştî bûyerên Amûdê rewşa Rojavayê Kurdistanê gelek aloz bûye

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Piştî kuştina 9 welatiyên kurd û birîndarbûna gelek kesên dî bi destê çekdarên YPG li bajarê Amûdê nûnerê El-Partî li herêma Kurdistanê diyar kir ku, bi kuştina kurdan YPG nagehe çi encamekê û em hêvîdarîn di zûtirîn dem de rewşa Rojavayê Kurdistanê aram bibe.

 Seyid Umer nûnerê Parta Demokirat a Kurd li sûriyê (El-Partî) bo rojnama Evro diyar kir ku, xwepêşanderên Amûdê xelkê wî bajarî bûn û mebesta wan ya xwenîşadanê jî ew bû da hevalên wan yên ku ji aliyê YPG ve hatibûne girtin bihêne azadkirin û di nava xwenîşaderan de jî çi kesên çekdar nebûne û got: " Hevserokê PYD dibêje ew kes çekdar bûne û beriya xwenîşadanê hatine kuştin, çi rastî bo axivtina Salih Muslim nîne û em bi tundî vê yekê red dikin ew kesên hatine kuştin hemû sivîl bûne û çekdarênYPG bi çekên giran xelkê sivîl gullebaran kirine û bi rengekê dirindane 9 kes hatine şehîd kirin û pitir ji 20 kesan jî birîndarin û em wan şermzar dikin û daxwaza me jî eve ku ew ji xeta xwe ya xelet vegerin û berevanyê ji xelkê xwe bikin."


Nûnerê El-Partî ew yek jî diyar kir divê YPG û PYD baş bizanin ku bi kuştina kurdan ew nagehine çi encamekê û piştî rûdana Amûdê jî nêzîkî 90 hevalên wan li rojavayê Kurdistanê hatine girtin û baregayên wan hatine şewitandin û got: " Niha rewşa Rojavayê Kurdistanê gelek aloze û hindek kes dibêjin şerê birakojî lê di destê YPG da çek hene û xelk jî sivîlin, wate ew bi çekî hêriş xelkê dikin û wan divêt şerê birakojî li Rojavayê Kurdistanê bihête kirin û ji ber vê yekê jî em daxwaz dikin rewşa rojava aram bibe û bi rêya danûstandinê aloziya niha bihête çarekirin."


 

Nûçeyên têkildar