26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Di xwenîşandana Qamişlo da bi kêra û daran hêriş kirine ser me

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Duhî li bajêrê Qamişloyê xwepêşandanek bo piştevaniya xelkê Amûdê û karakirina desteya bilind hate kirin, lê alîgirên PYD bi kêra û daran hêriş kirin ser xwenîşander û rojnamenivîsan û peyamnêrê kenalê Gelê Kurdistan li Qamişlo birîndar bû.

Li nexweşxaneka bajêrê Qamişlo Ferhad Hemê peyamnêrê gelî Kurdistan bo rojnameya Evro got: " Duhî li Qamişlo xwepêşandaneka aştiyane ya bêdeng hate kirin ku bitinê silogan hatibûne nivîsîn û min jî weku rojnamevan karê xwe dikir hindek genican ku kêr û dar vê bûn li min dan û ez gelek êşandim û hêzên asayşê li wêderê di amade bûn û bi rolê xwe yê giring ranebûn."

Nûçeyên têkildar