26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bêtirî 500 çekdarên Hizbulahê li Sûriyê hatine kuştin

Çavkanî: KDP.info

Sûriyê-Ajans/ Rojnameya Haaretz a Israîlî ji zarê çavkaniyeke ewlekariyê yê Israîlî veguhastiye ku hejmara kuştiyên Hizbulah li Sûriyê 500 kes derbas kiriye.

 Li gor çavkaniyê, Hizbulaha Libnanê roleke alîkar di kontrolkirina bajarokê Qisêr ji aliyê rejîma Sûriyê ve lîstiye, lê bêtirî 100 çekdarên wê hatin kuştin û bêtirî 600 çekdar jî birîndar bûne.

Çavkaniyê ku nav nehatiye eşkerekirin tekez kir ku heta niha Serokê Sûriyê Beşar Esed nikariye di şerê li dijî opozîsyonê de serbikeve.

Heman çavkaniyê diyar kir ku ew hêza pêwîst li cem Esed û dijberên wî nîne daku bikaribin şer yekalî bikin.

 Li gor wê çavkaniyê, hejmara kuştiyên Hizbulah li Sûriyê 500 kes derbas kiriye û ev hejmar nêzîkî hejmara kuştiyên wê di şerê Tîrmeha sala 2006 yê digel Îsraîlê ye. Rûdaw

Nûçeyên têkildar