26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Eşwaq Caf: Emê Malikî Zîndanî Bikin

Çavkanî: Kurdistan TV

Weke tê zanîn beriya niha du Parlementerên ser bi lîsteya dewleta qanûnê û lîsteya Iraqiye îdîa kiribûn ku, Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî di çar salên destpêkê yên desthilatdariya xwe de 17 miliyar û di sala 2011 a de jî 7 miliyar dolarên Iraqê serif kiriye û ev pereyên han ti car jî di nava bûdceyê de behsa wan nehatiye kirin.

Di vê derbarê de jî Parlementera Parlementoya Iraqê yê ser bi hevpeymaniya Kurdistanî Xatû Eşwaq Caf ragihand ku, her çend nakokiyên siyasî bûne sedema lawaz bûna rola Parlementeran lê eger komîteya darayî ya Parlementoya Iraqê bikare ev îdîayên han biçespîne emê Serokwezîrê Iraqê bi tawana bikaranîna mal û samanên giştî bo berejwendiyên taybetî zîndanî bikin.


 

Nûçeyên têkildar