26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Divê nifşê nû yê zana me fêr bike ka çawa em nakokiyên xwe çareser bikin

Çavkanî: KDP.info

 Li bajarê Silêmaniyê, duhî, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê beşdarî di merasima dewreya 28 ya derçûna xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê kir ku, 4315 xwendekar ji beşên cudayên zanîngehê birwanameya bakaloriya wergirt.

Di merasima derçûna xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê de ku, Hêro Îbrahîm xanima yekem a Îraqê û hijmareke wezîrên hikûmetê û serokê zanîngehê amadebûn, Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkeşî amadebûyan kir û got

- Yek- du nifşê berî me,  kesûkarên me, xewin dibînî bikarin xandina destpêkê timam bikin. Beşek kêm digehiştine derceya xandina kolej û zanîngehê. Di wê serdemê de diviyabû ji bo xandinê biçûna bajarên dûr, gelek kes di jiyanê de derfetên xandinê bo çênebûn. Hijmareke diyar ji kesûkarên me jiyana xwe bo dabînkirin û parastina mafê xelkê Kurdistanê bi rêya xebata siyasî û pêşmergatiyê terxan kir.

- Di dema deh salên borî de nifşê nû karî xweşiyê ji berhema keda nifşên berê bibîne. Em nuha li Kurdistanê biryarê li ser gelek aliyên jiyana xwe didîn, wek warê siyasî, aborî, civakî, emin û perwerdeyê de.

-  Pêgehandina kadiro û karmendên paşerojê bi şev û rojekê amade nabin. Saziya perwerde û xandina bala divê çend sal berdewam kar bike heta ku, nifşê nû amade bike bo wergirtina berpirsî, rêveberîyê ku digel serdema nuha de minasib be.

- Divê em hemû li hember paşeroja welêt û xelkê xwe, hest bi berpirsiyriyê bikin. Çênabe em rê ji xwe re bidin ku, siyasetê bikîn kevirê bingehîn bo gişt helwest bo li ber çavgiritan destkeftiyên de-panzdeh salên çûyî.

-  Hikûmeta herêma Kurdistanê, weke her hikûmeteke din, perwerde û xandina bala wek brhemanînê dike, bikaranîna çavkaniyên madî yên mezin bo dabînkirina paşerojeke geş bo xelkê vî welatî, erka hikûmeta herêma Kurdistanê ye, hemû alî ji çewaniya bikaranîna sermayeyê berpirs in.

- Divê wezîr, fermanber, karmend, mamoste, pispor, prefesor, qotabî û xwendekar xwe li hember wê berhemanînê bi berpris bizanin, ew berhemanîna niştimanî ku, heta digehîte dest û cêbicê dibe gelek zehmet jê re tê dan. Divê em hemû bi hev re lêbixebitin ku ew wext û pereyê di wî warê  giring de hatiye serif kirin, belaş neçe.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya qotara xwe de got:

- Divê nifşê nû yê zana me fêr bike ka çawa em ji nakokiyeke li ser esasê lihevtênegehiştin û tirsê dirust bûye xwe bi parêzîn. Di vê bi rêya xandin û zanista nû alîkariya gişt aliyan bide bîrûbûçûnên xwe bo hev du zelal bikin, rê bo xelkî xweş bikin ku, lêbihurînî û singfirehiyê bikin beşek ji jiyana xwe.

Serokwezîrê ew rastî jî ji xwendekaran re tekîd kir ku, Kurdistan ber bi geşkirineke gelek cuda ji ya berê diçe û qonaxa nuha û paşerojê kadiroyê zana, teknîk û cuda ji berê pêwîst e, nifşê nû divê bi dîtin û hizrên nû rû bi rûyê daxwaziyên nuha bibe, ne bi bîr û tevgerên ku, di guhertinên erêniyên civakê de dibin rêgir.

Nûçeyên têkildar