YPG li Qamişlo navenda El Partî û komela Ronî şewitandin

ojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê navendên hinek partiyan hat şewitandin û her wiha berpirsekî partiya demokrat a kurd li Sûriyê (El Partî) jî li wî bajarê ji aliyê hêzên asayişê ve hat girtin.
Li gor xelkê Qamişloyê ku ji KDP.info re ragehandine, şeva (27.06.2013) piştî ku li Amûdê alozî derket, li bajarê Qamişlo jî baregehên El Partiyê yên Qamişlo hatin şewitandin.
Her wiha hat zanîn ku komela jinan a Ronî jî li bajarê Qamişlo hatiye şewitandin.
Her wiha duh li Qamişlo berpirsekî partiya demokrat a kurd li Sûriyê (El Partî) bi navê Sener Seidûn jî li wî bajarê ji aliyê hêzên asayişê ve hat girtin.




