Serokatiya Herêmê, hîç rêkeftinek nihênî û dijî destûr nîne

Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaneka kesekî nêzîkî serok wezîrên Iraqê da û ragehand: Herêma Kurdistanê hîç rêkeftinek veşartî nîne, baştir bû ku serok wezîrên Iraqê xelkê han bide nakokiyan çareser bikin ne agirê ajawa helbike, eve tekesta daxuyana serokatiya Herêmê ye:
Berêz Elî Musewî kesayetiyekî nêzîke li berêz Malikî daxuyaniyeke daye ku rêkeftineka di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgarê Neynewa de heye.
Em tekez dikin ku çi rêkeftinek nihênî û dijî destûrê nîne, baştir bû ku serok wezîrên Iraqê xelkê han bide nakokiyan çareser bikin ne bi hemû corê hewil bide agirê fîtnê di nav wan de helbike, lê hemû pilanên wan li ba me aşkire ye û bersiva me nîne, em kêşeyên xwe di gel hemû aliyan li gor destûr çareser dikin ku hûn pê pabend nabin.
Dr. Omêd Sebah
Peyvdarê Serokatiya Herêma Kurdistanê




