26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzanî daxwaza nehêştina kêmasiyên budceyê dike

Çavkanî: AK News

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji Serokê Parlamentoya Kurdistanê kir ku gotûbêjên têr û tije li ser budceya îsal a herêmê bike û di zûtirîn dem de kêmasiyan nehêle.

 

Barzanî di peyamekê de ku li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye, ragihand, “Min peyamek bo Serokê Parlamentoya Kurdistanê nivîsandiya li ser mesela budceya herêmê û min daxwaz kiriye ki digel aliyan bi awayekî têr û tije gotûbêj li ser budce bê kirin û hewl bê dayîn bi zûtirîn dem kêmasiyan nehêlin û budceyeke zelal û temam amade bikin.”

 

Serokê herêmê got jî, “Eger hewlên wiha jî hebin ku tenê mebest jê rawestandina budceyê ye ne çareserkirina kêmasiyan, ev yek dê zirarê bigihîne hemû aliyekî û nabe rê bi vê yekê bê dayîn.”

 

Barzanî hêvî jî xwest ku hemû alî bigihine rêkeftinekê û êdî xelk di çaverêkirinê de nehêlin.

Nûçeyên têkildar