26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Iraqê 44 kompanî xistine nav lîsteya reş

Çavkanî: AK News

Wezareta Şaredariyan a Iraqê 44 kompaniyên navxweyî, ji ber sistiya karên wan xistine nav lîsteya reş.

Pişkênerê giştî yê Wezareta Şaredariyan Yelmaz Necar ji AKnewsê re ragihand ku wezaretê biryar da 44 kompaniyên navxweyî bixe nav lîsteya reş, ji ber karên wan di encamdana projeyan di 3 mehên borî de sist bû.

Necar amaje kir ku Wezareta Şaredariyan niha kar ji bo nehiştina astengiyên li pêşiya encamdana projeyan di dema wan a diyarkirî de dike.

tê zanîn, nêzîkî 360 fermangehên şaredariyê li seranserê Iraqê bi ser Wezareta Şaredariyan ve ne.
 

Nûçeyên têkildar