Çavdêrîya Mafên Mirovan yê Sûrîyê: 27 mehan de 100 Hezar kes li Sûrîyê Hatin Kuştin

Sûrîye- KDP.info\ Serokê Çavdêrîya Mafên Mirovan yê Sûrîyê xuya kir ku, ta niha bêtir ji 100 hezar kes di şerê navxweyî ya Sûrîyê de hatine kuştin.
Çavdêrîya Mafên Mirovan yê Sûrîyê ku bingeha wê li paytextê Birîtanya li Londonê ye ragind ku, li Sûrîyê şer û alozîyên 27 mehan de, 100 hezar û 191 kes hatine kuştin.
Li dor wê yekê, Ramî Abdulrahman Çavdêrîya Mafên Mirovan yê Sûrîyê ragihand û got, "di rastî de hejmara kuştîyan zêdetire ji ber ku her du alî jî windayîyên xwe kêmtir nîşan didin''. Herweha li gor rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan yê Sûrîyê eşkere kir ku, di nav 100 hezar kuştîyên Sûrîyê de, 36 hezar û 661 kes welatîyên sivîlin.




