Husên Çelîk: ''Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî alîkarin û em dê bi hevre wê pêvajoyê bibin qonaxekî baş''

Stenbol- KDP. İnfo\ Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di nivîsîngeha Serokwezîran ya bi navê Dolmabaxçe de digel mirovên aqilmend ku di wê pêvajoyê de erkekdar bûn û rapor amade dikirin, civîneke dawî pêkanî.
Li pêşî civînê, Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê û Cîgirê Partiya Dad û Geşepêdan (Ak Parti) Husên Çelîk, di derbarê civînê de hin zanyarî da çapaemeniyê û di wê navberê de, nuçegihanê Kurdistan Tv, di derbarê civînê de bi zimanê Kurdî hin pirs Husên Çelîk kir û Çelîk jî bersiva xwe bi zimanî Kurdî da.
Li ser pirsa bi zimanê Kurdî ya nuçegihanê Kurdistan Tv, ''gelo rêveberiya Kurdistanê di derbarê wê pêvajoyê de piştgirîyekî çawa dide?", Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê û Cîgirê Partiya Dad û Geşepêdan (Ak Parti) Husên Çelîk jî, bersiva xwe bi zimanê Kurdî da û weha got, ''Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jî alîkaryê didin wê pêvajoyê û Înşallah piştî nuha em bi hev re dê wê pêvajoyê bibin gonaxeke baştir''.




