26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê lîsta Kurdan: Mafê me ye daxwaza postê parêzgarê Mûsilê bikin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-Evro/ Serokê lîsta birayetî û pêk ve jiyanê li parêzgeha Mûsilê di hevdîtinekê da li gel rojnama evro dibêjît, herçende lîsta me li rêza yekê hat di helbijartinên civata parêzgeha Neynewa, lê pêdivî ye hevpeymaniyek li gel lîstên dî bihête kirin bo pêkînana hikûmeta navixûy û diyarkir ew dê nerazîbûnê li ser ragirtina 128 sinduqên dengdanê li deverên kurdî pêşkêşî komsiyonê ken û rexne jî li opozisyonê girt bo çi behsê sextekariyên mezin li bajêrê Mûsil û li deverên erebî li Neynewa nekirî ye.


Îsmet Receb serokê lîsta birayetî û pêk ve jiyanê li parêzgeha Mûsilê bo Evro got, 128 sinduqên dengdanê li deverên Kurdistanî yên der vey îdara herêma Kurdistanê li parêzgeha Neynewa nehatine hejmartin û yên hatine ragirtin û pitiriya dengên di wan sinduqan da yên lîsta birayetî û pêk ve jiyanê ne û heta yên kuta êzdiyan jî ne, me guman li ser vê pêrabûnê heye û dê kombûnekê encamdeyn û dê nerazîbûna xwe nivîsîn li ser ragirtina wan sinduqa pêşkêşkin ku her sinduqekê ji wan 200 heta 300 deng têdane û dê nerazîbûna xwe li ser wê rêja bo lîsta me hatî ye diyarkirin jî pêşkêşkin, ji ber ku rêja me ya zêdetire ji wê rêja hatî ye ragehandin.


Xûyakir, em ji layê xwe ve dê nerazîbûnê diyarikin û bo komsiyona helbijartinan bilindkin li dûv qanûnê û em vê çendê bi pîlanekê dizanîn dijî lîsta birayetî û pêk ve jiyanê.


Li dor daxûyaniyên layenên opozisyonê li herêma Kurdistanê ku dibêjin, ji ber hebûna sextekariyan ew sinduqe hatine ragirtin, simet receb dibêjît, berî helbijartin bihêne encamdan, opozisyonê nerazîbûn hebû û dupatkirina wan li ser nerazîbûnê piştî helbijartinan ji wê çendê dihêt ku çu kursî bidestiveneynayne û çu deng jî neynayne. Dîsa got, li deverên erebî li parêzgehê sextekariyeka mezin û aşkera di helbijartinan da hatî ye kirin bi taybetî di nav senterê bajêrê Mûsil û başûrê Mûsil, ji ber ku rêja pişkdariyê di helbijartinan da li wan deveran ne gehiştibû 10%, lê li seranserî parêzgeha Mûsilê rêja pişkdariyê 39% bû, ew cihên rêja pişkdariyê lê kêm sextekarî bi şêwekê mezin lê hebûye û dixwazim opuzusiyon behsê sextekariyan li wan deveran bike bi taybet li nav bajêrê Mûsil da bi taybetî jî li dengdana taybet li 17 -6 û li 20 -6 leşkerê îraqî piştevaniya lîsteka diyarkirî dikir dinav bajêrê Mûsil da.


Di bersiva pirsiyareka Evro da, aya ragirtina 128 sinduqên dengdanê ji layê komsiyonê ve, kartêkirin li encamê kuta kurdên êzdî jî nekirî ye ku ew kutaye bo lîsta çaksaziya êzdî çûy, got, belê kartêkirin ya kirî, ji ber ku destkarî li sinduqên dengdanê li Bexda rê da ku ew kuta bo lîsta çaksaziya êzdî biçe.


Îsmet Receb xûyakir, lîsta me 11 kursî li civata parêzgeha Mûsilê bidestiveynan ku 8 kursî yên partî ne û 3 kursî yên yeketiyê ne, ku kursiya siyê afiretek bu bi kuta afiretan derçûye û her du kutayên şebek û kirîstiyanan jî bo partî hatî ye.


Li dor danûstandinên pêkînana hikûmeta navixûy li parêzgeha Mûsilê bi taybetî çu lîsta zûrîneya kursiyan bi destiveneynaye û bi vê çendê pêdivî ye hikûmeta navixûy ji çendîn lîstan bihête pêkînan, simet got, her lîsteka zûrîneya kursiyan jî bidestivebînît, dirustkirina hikûmeta navixûy dê ya lawaz bît, ji ber ku dê layenekê dî yê mezin pişt guh havêt, li vêrê jî çi hikûmetên navixûy nahêne pêkînan bê hevpeymanî.

 
Li vêderê me gote serokê lîsta birayetî û pêk ve jiyanê, lîsta hewe û (mithdun) bi serokatiya Esîl Nicêfî parêzgerê berê yê Mûsilê ji hemû lîstên dî pitir deng înane, aya rastiyek bo wê çendê heye ku lîsta birayetî û pêk ve jiyanê postê parêzgarî na wergire li Neynewa ji berku pitiriya welatiyên wê parêzgehê erebin, di bersivê da got, lîsta me a yekê ye li ser astê parêzgeha Mûsilê û li dûv disturî û weku mafek ji encamê helbijartinan, me maf heye daxwaza postê parêzgarê Mûsilê bikin û kesek neşêt hikûmeta navixûy bê lîsta me pêkibînît, lê dabeşkirina posta li parêzgehê dê mînît hetaku bi dumahî hatina encamên dirust yên helbijartinan ku piştî wê çendê dê danustandinan li gel hemû lîstên serkeftî encamdin

Nûçeyên têkildar