25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hejmara Kuştiyan li Sûriyê 100 hezar derbas kir

Çavkanî: KDP.info

Sûriyê-Ajans/ Rêkxistina çavdêrîya mafên mirovan a Sûriyeyê duh çarşembe ragihand, ku ji dema destpêka qeyrana Sûriyeyê ve di sala 2011 de heta niha zêdetirî 100 hezar kesan di şer û pevçûnên navbera çekdarên opozisiyon û hikûmeta Sûriyeyê de hatine kuştin.

 Çavdêrîya mafên mirovan a Sûriyeyê ku baregehê wê li Brîtaniyayê ye di raportekê de aşkira kiriye, ku ji destpêka şoreş ve û ji roja ketina yekem şehîdî ve li bajarê Dera di 18 / Adarê 2011 de heya 24 /6/ 2013, navê 100191 kuşî li Sûriyê tomarkiriye.

 Çavdêrîya mafên mirov a Surîyyeê herwisa ragihandiye ku hejmara rasteqîne ya kuştîyan zêdetirî du caranê evê hejmara niha ye, lê hîç alîyek, ne opozisiyon û ne jî rejîma Surîyeyê hejmara rastîya kuştîyan naragihînin

Nûçeyên têkildar