Nêçîrvan Barzanî li Dihokê berê bingehîn ê 2 nexweşxaneyan danî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Dihok û Şêladizê berê bingehîn ê du nexweşxaneyan danî. Duhî (26.06.2013) piştî nîvro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi amadebûna cîgirê serokwezîr Îmad Ehmed, hêjmarek wezîr û parêzgarê Dihokê, berê bingehîn ê nexweşxaneya jin û zarokbûnê li Dihokê danî.
Ew nexweşxane bi awayekî nûjen û nexşeya wê bi dîzaynekî herî pêşketî hatiye danîn. 62 milyar dînar jêre hatiye veqetandin, wê di nava 2 sal û nîvê de biqede. Nexweşxane ji 300 remz, salona zarokbûnê, gelek salonên emeliyatê, çavdêriyên hûr, labaratovar, gelek cihên manê û cihê razana ji bo zarokan pêk tê.
Herwiha duh li komelgeya Şêladizê ya girêdayî qezaya Amêdiyê jî berê bingehîn ê nexweşxaneya giştî ya 10 remzî hat danîn. Ev nexweşxane li ser rûpîvana 19 hezar û 500 metre çarguşeyan tê dirûstkirin û 45 milyar dînar jêre hatiye veqetandin. Ev nexweşxane jî wê di nava 2 sal û nîvan de biqede. Bi awayekî nûjen û li gor standartên cîhanî hatiye dîzaynkirin.
Nêçîrvan Barzanî bi vê boneyê pîrozbahiya xelkê navçeyê kir, behsa rolê navçeyê yê di şoreşên Kurdistanê de kir û wiha got: “Piştî civîna berî du heftiyan a ligel qeymiqam û rêveberiya navçeya Amêdiyê, biryar hat dayîn ku çend projeyên xizmetkirinê li vê navçeyê bên dirûstkirin. Ev proje wê di demekî nêzîk de bikevin warê cîbicîkirinê de.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyekî zêde daye sektora tendirûstiyê û germahiyekî zêde heye ji bo em sektora tendirûstiyê bi awayekî giştî li Kurdistanê baş bikin. Ji bo baştir xizmeta welatiyan bike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya axaftina xwe daxwaz kir ku ev nexweşxane bibe beşek ji xizmeta ku hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî xizmetkar û xemxwerê gelê xwe pêşkêş dike




