Şandeke wezareta derve ya Çînê serdana fermangeha têkeliyên derve kir

Hewlêr-KDP.info/ Şandeke wezareta derve ya Çînê bi serokatiya xanim Yo Hing cîgira serokê fermangeha konsulxaneyan li wezareta derve ya Çînê, duhî li bajarê Hewlêrê, serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Karwan cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazkirin
Seroka şandeya wezareta derve ya Çînê, geşkirin û pêşdeçûna herêma Kurdistanê di hemû waran de bi giringî nirxandin û xwesteka welatê xwe Çînê ji bo zêdetir xurtkirina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re di warê aborî, bazirganî û kulturî de nîşan da. Wê got jî ku, pirsa vekirina nûneratiya Çînê li herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Çînê ve tê minaqeşekirin.
Karwan cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve, kêfxweşiya xwe li hemer serdana şandeya wezareta derve ya Çînê nîşan de û got ku, herêma Kurdistanê bi giringî ve li têkeliyên baş yên digel welatê Çînê dinêre û pêşwaziyê li şirket û kompaniyên çînî jî dike
Yo Hong seroka şandeya Çînê got ku, li herêma Kurdistanê derfetên kar û berhemanînî yên berfireh hene û hikûmeta Kurdistanê xwedî siyaseteke rast a aborî ye û ji ber vê yekî jî herêma Kurdistanê di hemû waran geş kiriye. Wê hêvî kir ku, ewv serdana wê bo herêma Kurdistanê bibe destpêkek bo zêdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re




