Sûriye, li encama şer û pêkdadana 20 kes hatin kuştin

Dezgeha çavdêrî a Sûrî bo mafên Mirpv ragehand ku li encama hêrişeka çekdar bo ser binkeyekê leşgerî li parêzgeha Laziqiye li bakur rojavayê Sûriye 20 serbaz bi kêmî ve hatin kuştin.
Dezgeha Çavdêr a Sûrî ku baregeha wê li Birîtaniya ye û çalakiyên wê berfireh li Sûriya hene, herwiha daxuyand ku van çekdaran hejmarek ji serbazên supayê Sûriye girtin ji wan efserek bi pileya Kolonêl (Eqîd) herwiha çek û moşekên wan jî desteser kirin.
Di vê barê de Ramî Ebdulrihman serokê dezgeha Çavdêrî bo ajansa Reuters got, şeva bûrî heta demjimêr 5 sibêda ji îro çarşemê çekdaran hêriş birin ser binkeyeka serbazî ku ji sê avahiyan pêk hatiye, du ji wan hatin roxandin.
Tê zanîn piştî vekêşana tîma çavdêrên navdewletî û rawestandina karê wan li Sûriya hêrişên hêzên supa û hêzên Emnî yên rijêma Sûriya bo ser xwepêşanderan û malan zêde bûye li hemberê jî çekdarên Supayê Sûriye a Azad û Şoreşgêr hêrişê dibine ser binkeyên leşgerî û dezgehên emnî.




