26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cewad Mela, pêkhanîna her hikûmetekê bi hebûna El-Esed qîmet nîne

Çavkanî: KDP.info

Cewad El-Mela serokê Hikûmeta Rojavayê Kurdistanê li derve ragehand ku pêkhanîna her hikûmetekê bi hebûna El-Esed wek komîteyên kartonî ne bi bê deselatin û qîmeta wê jî li ba xelkê Sûriye nîne.

 

Cewad Mela bo ajansa Mîdyanews got, “Li Sûriye Beşar El-Esed xwediyê biryar û hêzê ye û hemû deselat jî di destê wî de ye, deselata yasa danînê bi perlemantê tê zanîn de û deselata cî bi cîkirinê bi hikûmetê tê zanîn, Hikûmeta Sûriye ya niha jî çi deselat nîne bi derxistina biryara ya cî bi cî kirina wan, lê pêwîste berî derketina her biryarekê Beşar El-Esed bipejirîne”.

 

Tê zanîn Beşar El-Esed Serokê Sûriya di 6 Hizêrana îsal de wezîrê çandinê yê berê Riyad Hîcab raspard bo pêkhanîna hikûmeteka nû piştî hilbijardinên perlemantê yên li Sûriye hatine encamdan bi baykot kirina hêzên opezisyon.

 

Serokê Hikûmeta Rojavayê Kurdistanê li derve di dirêjiya axaftina xwe de herweha got, “Di gel wan serkotkirinên ku hêzên El-Esed û dezgehên wî yên emnî  li hember gelê Sûriye dike, lê bê gûman Azadî tê”.

 

Hejî gotinê ye di demekê berê de Mela daxwaz ji hemû partiyê Kurdî, Kurdistanî, Hemahengiyên Ciwanan û hemû rêxistinên di tevgerên ciwanên kurd, daxwaz kiribû kongireka berfireh bo hemû hêzên Kurdî saz bike bo yekxistina gotara Kurdî û daxwaza gelê Kurd li Sûriye.

Nûçeyên têkildar