Amed .. Ehmet Tirk da zanîn ya herî girîng yekitiya gelê kurd e.

Hevserokê Kongra Civaka Demokratîk Ehmet Tirk û serokên partiyên siyasî îro li Kongra Civaka Demokratîk civînek pêk anîn.piştî civînê Hevserokê KCD Ahmet Tirk Daxûyaniyek çapemeniyê da.
Ehmet Tirk diyar kir ku biryarên ku di konferansa yekîtî û çareserî yê de hatina standin ji bo destpêbik e komîsyona ku 45 kesan pêk tê hatiyê avakirin û ev komîsyon ji bo çareserî yê û aşitiyê di nav hewldanandebin û bi gel û hiqûmetê re hevdîtînan pêkbinîn.
Tirk dazanîn ku di konferansê de yekitiya Kurda derketiye pêş û her wiha wê ev yekitî hêjî xûrttir bibe û ji bo ku kurd serkevin jî ya herî girîng yekitiya gelê kurd e .Tirk dazanîn ku azadiya gelê kurd nêze û ev sed sal dê bive sedsala gelê kurd.
Tirk berdewamiya axaftina xwe de jî diyar kir ku hin partiyên siyasî ku tevlî konferansê nebûne bi van rê dê tekîlî deynîn da ku beşdarî vê pêvajoyê bivin da ku ev pêvajo hê zelaltir û xurt dom bike.




