26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Newşîrwan Mistefa Kir

Çavkanî: KDP.info

Îro sêşem 24/04/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Newşîrwan Mistefa Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran û şanda li gel kir ku ji birêz Osmanê Hacî Mehmûd, Mistefa Seyîd Qadir û Yusif Mihemed Sadiq pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn çendîn babetên pêwendîdar li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî hate guftûgo kirin. Heman demî de bîrûra jî di derbarê gelek ji wan pêşhatan hate nirxandin ku niha li Herêma Kurdistan û Iraqê da hene.

Her wiha li hevdîtinê de ji bo baştirkirina pêwendiyan tekez li ser pêwîstiya berdewamiya van cûre hevdîtinan kirin.

 

Nûçeyên têkildar