26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amed .. Roja Piştgirîya maxdûrên êşkencê

Çavkanî: KDP.info

Li Amedê komeleya mafê mirovan û hin sazîyên sîvîl bi mebesta Roja Piştgirîya maxdûrên êşkencê daxûyanî dan.

Li Amedê îro ji aliyê kopmeleya mafê mirovan û bi beşdarbûna saziyên sîvîl bi mebesta roja pitgîrîya maxdûrên êşkencê li ber peykerê mafê mirovan daxûyanî hat dayin.

Hat diyar kirin ku di sala 2010 an de li herema Bakurê Kurdistanê 741 kes êşkencê ditîne û di sala 2011 an de jî 876 rastî êşkencê hatin e.

Li Ser navê saziyên sivîl û komeleya mafê mirovan Endama Mafê mirovan Pınar Dalkuş Daxûyanî xwend.Dalkuş da zanîn ku roj bi roj binpêkirina mafê mirovan zêde dibe û her wiha miemeleyên xirap û êşkence jî zêdetir dibe.
Dalkuş da zanîn ku êşkenceyên herî zêde jî di binçavan da an jî di girtingehan de pêk tên.


Dalkuş da zanîn ku êşkence û miemeleyên xirap binpêkirina mafê mirovana û sûcê mirovatiyê ye .

Nûçeyên têkildar