26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fistîvala Mîr Celadet Bedirxan li Dihokê hate sazkirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî û werziş û lawan li parêzgeha Dihokê bi hevkarî digel parêzgeha Dihokê Fistîvalek bo Mîr Celadet Bedirxan li Dihokê sazkir.

Duhî bi amadebûna hijmareka zora rewşenbîr û nivîskar û edîb û ronkbîrên parêzgeha Dihokê û her çar parçên kurdistanê û bi amadebûna keça Mîr Celadet (Sînem xan) û rêveberên giştî yên dam û dezgehên hizbî û hikûmî li parêzgeha Dihokê yekem roja fistîvalê destpêkir.

 

Piştî peyvên cuda cuda li ser jiyana siyasî ya Mîr Celadet hatin xwendin, du parçe filmên dokyomêntî li ser jiyana Celadet Bedirxan hatine pêşandan.

Paşan Sînem xan keça Mîr Celadet Bedrxan di peyvekê de sipasiya rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî û xelkê parêzgeha Dihokê kir bo encamdana vê fistîvalê, û gelek bîrhatinên xwe digel Celadet bo amadebûyan vegêran.

Ismaîl Tahir Cangîr endamê lijna bilind ya serperşta fistîvalê bo KDP.info got "armanc ji encamdana vê fîstîvalê ewe xebata binemala Bedirxaniyan bo gencên nuke bideyne aşnakirin, xebata Bedirxaniya berçavbikeyn û lijna fistîvalê du pirtuk çapkirin li ser jiyana wan û li ser amadebûyan hat belavkirin, ev fistîval dê du rojan berdewambe û çendîn simînar li ser jiyana binemala Mîr Celadet ya siyasî û rewşenbîrî bêne pêşkêşkirin."

Nûçeyên têkildar