25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Birîtaniya û Emerîka dê Vîzê li hewlêrê dene welatiyên herêmê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Di ahenga cejna şahê Birîtaniya de ewa li Hewlêrê hatî ye sazkirin qunsulê Birîtaniya ragehand ku bê seredana Bexda dê qunsulxana welatê wî vîza bide xelkê herêma Kurdistanê.

hevdem rojên burî qunsulê Giştî yê Emerîkayê Pol Sitêvên ragihand,  ku ji 25 vê mihê ve dê Emêrîka yê Vîza bide welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku dixwazin birve Emêrîka yê ve rêwî bine.
Sitêvên di hevdîtina xwe de ligel parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî diyar kir, ku wê sê roj ji her hefteyekê bêne nîşandan taku li paşa (Vîza) hevdîtin ligel welatiyên herêmê yên dixwazin geştiyarê yan ji bo xwandinê û kargirê rêwîtiyê ber ve Emerîkayê ve bikin bêne belî  kirin, kesên ku dixwazin birve Emerîkayê ve rêwîtiyê bikin dikarin serî li rêbaza Onlaynê  jî bidin û daxwaznameyên xwe pêşkêşkin.
Qunsulê Emerîkî ragihand, ku ev pêngav bo pêşxistina peywendiyên di navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê de hatiye avêtin

Nûçeyên têkildar