Nivîsîngeha jora bazirganî ya herêmeka Romanî li Dihokê dê bihête vekirin

Dihok-KDP.info/ Piştî şandê herêma Arad ya welatê romaniya duhî li gel temer remezan parêzgerê Dihokê kombûy, sewrikê herêma Arad li welatê Romaniya ragehand ku herêma wan bi fermî dê nivîsîngeha jora bazirganî ya herêma xwe li Dihokê vekin.
Ji aliyê xweve temer remezan parêzgerê Dihokê sebaret rêkikeftina wan li gel vê herêmê got "kompanyên wan beriheviya xwe diyarikirî ye ku kargehên xwe li parêzgeha Dihokê vekin ku evejî dê delîvên karî bo xelkê parêzgehê veket û dîsan kompanyên wan yên taybet dixwazin hevirikyê di pirojê hêla tiramayê ya her sê parêzgehên herêmê bikin çunku wan şarezayî di vî warî de heye




