YNK û PDK piştgiryê didine hewlên Perlamantoya Kurdistanê bo sazana niştîmanî

Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, bi serpereştiya cîgirê serokê PDK`ê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê sekreterê giştiyê YNK Kusret Resul Elî, duhî yekşeme civyan.
Di dirêjîya kombûnên xw eyên hevbeş de, duhî her du polîtboruyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê bi hev re kom bûn.
Di kombûnê de xêncî baskirina rewşa Kurdistan, Iraq û nawçeyê û pêşhatên çaverêkirî, mijareka serekîya kombûnê peywendîyên duqolî û rêkevtinnameya stratejîya navbera her du partîyan û geşepêdana wê bû.
Herwisa prosesa hilbijartinên Kurdistanê ku biryar wiha ye di 21 Eylûla îsal de birêve biçin, mijareke din a kombûna duhî ya navbera PDK û YNK bû ku her du alîyan piştîvanîya xwe bo hewlên parlemana Kurdistanê ji bo dûvçûnên wê ji bo nivîsa serokê herêma Kurdistanê bo sazana niştîmanî ragiahndin. Herwisa di evê kombûnê de biryar hate dan, ku kombûnên navbera wan berdewam bin




