Kurd heta niha li helbijartinên Mûsil de yên yekê ne û serok Barzanî vê serkeftinê pîroz dike

Mûsil-KDP.infp/ Îsmet Receb serokê lîsta hevpeymaniya Birayetî û Pêkve Jiyan li parêzgeha Mûsil bo evro ragehand ku li duv encamên destpêkê yên civata parêzgeha Mûsil ta niha lîsta kurdan li parêzgeha Mûsil ya yekê ye ku rêja 40% ya dengan bidestive înaye û ew gutine retkirin ku lîsta Mutehîdun ya Usame Nucêfê ya yekê be û got " Lîsta Mutehîdun heta niha tenê 25% ji dengan bidestive anîne".
Îsmet Receb diyarkir ku serok Barzanî li Mosko di peywendiyeka telefonî de ku bo wî kirî ye, ev serkeftine li berpirsê lîstê û berbijêr û cemawerê lîsta hevpeymaniya Birayetî û Pêkve Jiyan ê pîroz kirî ye û got " Dihête çaverêkirin Partiya Demokrat a Kurdistanê 10 kursiyan bidestive bîne û Yekîtî du kursiyan, jiblî her sê kursyên kuta, Şebek û Mesîhî û Êzdî ku her dê ber bi berbijêrên kurdan kevin ku ew jî yên Partî ne




