26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Dildar Zêbarî: Amadene li gel lîsta kurdî danustandinê û hevpeymaniyê li Mûsilê bikin

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Serokê lîsta (Teceme Elbîna û Eledale Eliraqî) li parêzgeha Mûsilê di hevdîtinekê da li gel rojnama evro dibêjît, rêjeya dengdanê li parêzgeha Mûsil di helbijartinên civata parêzgehê da ya kêm bû, lê baştirîn rêje li deverên kurdî bû û lîsta kurdî li rêza yekê hat û dibêjît em dê sê kursiyan bidestiveynîn û di berihevîn hevpeymanyê li gel lîsta kurdî bikin.


Dildar Zêbarî ku di çwar salên burî de cêgirê serokê civata parêzgeha Mûsilê bû, diyarkir ku, rêjeya pişkdariya dengderan li parêzgeha Mûsilê gelek ya kêm bû ku tenê 37% bê li dûv amarên komîsyona bilind ya helbijartinan û li bajêrê Mûsil rêjeya pişkdariyê negehişte 15% û ew deverên li bin desthelata hevpeymaniya Kurdistanî pişkdariyeka mezin û berçav di helbijartinan de hebû hemberkirin li gel bajêrê Mûsilê û deverên dî yên parêzgeha Neyinewa.


Zêbarî zêdetir got, hevpeymaniya Kurdistanê dê li rêza yekê hêt û dibe heta 14 kursiyan bidestivebînît li gel kuta kirîstiyanan û şebeka û lîsta Hevgirtî bi serokatiya Esîl Nicêfî dê li rêza dwyê hêt û dibe şeş kursiyan bidestivebînît, lê vê lîstê gelek serpêçî yên kirîn û çendîn sikala yên li ser hatîne bilindkirin û piştî wan lîstên (Wifa Neyinewa) û (Neyinewa Alimuhde) û (Teceme Elbîna û Eledale Eliraqî) ku dibe her yek ji wan dinavbera du heta sê kursiyan bibet dihên û hindek lîstên dî jî hene ku dibe her yek ji wan kursiyekê bibe ew jî lîsta hevpeymaniya nîştmanî û Iraqî ye û (Cemahîr iraqî ye).


Me ji Dildar Zêbarî pirsî çi lîsteyan zûrîneya kursiyan bidestive aneyne ku bişêt hikûmeta navixûy li Neyinewa pêk bînît û pêdivî ye hevpeymaniyek dinavbera lîstên serkeftî de bihête dirostkirin, aya lîsteya hewe ya amade ye biçe di hevpeymaniyekê da li gel lîsta kurdî, navibirî got, dê danustandin dinavbera lîsteyan da hêne encamdan bo pêkînana hevpeymanyê ji bo dirostkirina hikûmeta navixûy û lîsta me çu girfit li gel çu lîstên dî nînin bo pêkînana hevpeymanyê û me çi hêlên sor nînin li ser danustandinê û hevpeymanyê li gel lîsta kurdî.


Li dor pustê parêzgerê Neyinewa, dibêje, her lîsteka 21 kursî bidestiveynaban ji sercemê 36 kursyên civata parêzgeha Neyinewa, da şêt parêzgarî ji lîsta xwe helbjêrît, lê jiber ku çu lîsteyan zûrîne bidestiveneynaye, pêdivî ye hevpeymanî bihête kirin, lidûv qanûnê jî bi taybetî bo pustên parêzgarî û cêgirên wî û serokê civata parêzgehê û cêgirê wî ku pustên serekî ne, di dengdana dinav civata parêzgehê de bo bidestiveynana wan pustan, her kesê zûrîneya reha bidestiveyna ew dê pustî bidestivebet û eger zûrîne bidestive ne îna, dê dûbare dengdan hête encamdan dinavbera wan kesên pitiriya dengan bidestive înan.


Bi dîtina zêbarî, lîsta kurdî dê bi hêztirîn lîst be di nav civata parêzgeha Neyinewa de û dê ev lîst e pitir ji hemû lîstên dî şêt bizavan bike bo encamdana danustandinan jibo bidestiveynana postan di qunaxa bihêt de.


Li vêrê me gote Dildar Zêbarî, bêguman pustê parêzgarî dê yek ji wan pustan be lîsta kurdî bizava bidestiveynana wî bike, aya bi dîtina te asayî ye kurdek bibe parêzgarê Neyinewa, di bersivê da got, gelek ya asayî ye kurdek ji lîsta kurdî bibe parêzgarê Neyinewa û bi danipêdana hemûyan jî baştirîn parêzgar di dîroka Neyinewa da û her ji roja parêzgehbûna Neyinewa û heta niha kurd bu ew jî Seyid Qezaz li salên pênciya ji sedê bûrî

Nûçeyên têkildar