26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Welat dê hemû pêdiviyên opozisyona çekdarî pêşkeş bikin

Çavkanî: KDP.info

Dewha-Ajans/ Girupa welatên dostên Sûriyê duhî li Dewhayê kombûn û di kongireyekî rojnamevanî de ragihandin ku ewê bilez alîkariya leşkerî bidin çekdarên opozisyona Sûriyê.

Duhî li Dewhayê wezîrên 11 welatên li ser wê yekê lihevkirin ku bi awayekî bilez hemû pêdiviyên opozisyona çekdarî li ser erdê cîbicî bikin.

 Di heman demê de civîna dostên Sûriyê bi tundî destêwerdana çekdarên Hizbulahê û Êranê û Iraqê şermezar kirin û daxwaz kirin ku divê çekdarên wan demildest ji Sûriyê derkevin.

Wezîrê derve yê Emerîkayê John Kerry di kongireya rojnamevaniyê de got ku welatên Rojavayê û yên Ereb soz dan alîkarîyên zêdetir pêşkeşî serhildayên Sûrîyê bikin.

Kerry got ku wezîrên 11 welatan soz dan çek û alîkarîyên din pêşkeşî serhlidayan bikin, di bizavekê de jibo bi dawî anîna şer û pevçûnan li Sûrîyê.

Nûçeyên têkildar