Li Iraqê 9 kes hatin kuştin

Iraq-KDP.info/ Bi sedema zincîreke êrîşan bakura Iraqê, bi kêmî ve neh kes hatin kuştin.
Li gorî xelkê Mûsilê, duhî roja Şembiya 22 / 6/ 2013 li navçeya Mişêrfiyê a dikeve rojavayê Mûsilê, komeke terosît ên çekdar êrişeke bombeyî li dijî yek ji dewriyeyên polîsan pêk anîn, di encamê de sê kesên sivîl ên ku nêzî devera êrişêbûn e jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Doz Xormato jî di êrîşeke çekdarî de sê polîs hatin kuştin û polîsek din birîndar bû.
Êrîş û teqîn herwiha li bajarên Tikrît û Samera jî qewimîn.




