26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Endamekî parlîyamenta Iraqê: binpêkirina destûrê û bi karanîna postan bo mebestên taybet yekemîn mijarên vepirsînê ye

Çavkanî: KDP.info

Endamê hevpeymanîya Kurdistanî di parlîyamenta Iraqê D. Seayîd Xoşnaw ragihand, ku di kombûna vepirsîna Malik ewê ku biryare li ser daxwaza hersê alîyên Hevpeymanîya Kurdistanî û alîyê Sedr û lîsta Iraqîye bo parlîyamentê bihê bangehêştin.


Di evê derbarê de li gorî ajansa Aknews, Seayîd Xoşnaw ragihand, ku binpêkirina destûrî û pêngavên serbixwe û dana biryaran ser asta damezrandina serkirde û serbazî bi tenê, bê ku ji bo parlîyamentê vegere,  mijara herî serekîya evê vepirsînê ye.
Herweha Xoşnaw got, dosyaya takrawîya Malikî pêşengtirîn pirs bo Malikî debe, ji ber ku Malikî di xula  duyem de ya serokatîya hukûmetê bi tenê û bi takrawî desthilatdarî kirîye bê ku bo parlîyamentê vegere.
Herweha Xoşnaw got, eve du salin Malikî bi tenê posta wezareta navxwe û berevanî, Asayîşa Niştimanî û Hewalgirîyê bi dest xwe girtîye.
 

Nûçeyên têkildar