26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sedr: vekombûn digel Malikî bê serkirdeyên kombûna Necefê û Hewlêrê ret dike

Çavkanî: KDP.info

Duhî sêşemê 19/06/2012 berpirsê pêwendîyên derve yê alîyê Sedr Heyder Yasirî di bêjedanekê de ji rojnama Elşerqewsat re ragihand, ku bi çendan alîyên herêmî û serkirdeyên sîyasî di hevpeymanîya niştimanî de fişar xistine ser Muqteda Sedr bo helwêsta xwe li hember Malikî rawestîne.


Herweha got, li hember evê helwêstê Malikî razîye ku çend çaksazîyan bike ewên Sedr pêşnîyaz kirîye.
Herweha Yasirî got, yek ji evan bijarane ewe, ku Malikî li Necefê digel Muqteda Sedr vekombibe û çend çaksazîyekê piştî evê kombûnê rabighêne, lê Sedr merc danaye ku gerek ew alîyên beşdarbûne di kombûna Necefê û Hewlêrê de di evê kombûnê de beşdar bibin.
 

Nûçeyên têkildar