26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê herêma Kurdistanê silav ji bo çar efserên şehîd dişîne

Çavkanî: KDP.info

Birêz serok Barzanî serokê herêma Kurdistanê di page ya xwe de li ser tora civakîya Facebook, silav bo çar efserên Kurd dişîne ku di sala 1947 de piştî nemana komara Kurdistanê li Mehabadê û çûna Barzanîyê nemir ber bi Yekîtîya Sovîyet ve ya berê, çar efserên Kurd vegerîyan bo Iraqê, lê ji alîyê rejîma paşatîya ewê demê hatin bi dar vekirin.


Eve jî tekesta evê peyamê ye:
Îro roja 19.06 roja ji destana çar efserên şehîd (Îzet Ebdulazîz, Mistefa Xoşnaw, Mihemed Qudisî û Xeyrullah Ebdulkerîm) e. Rejîma Paşayiya wê serdemê her li gel derbasbûna Barzanî û hevalên wî ya ji rubarê Aras li sala 1947, wiha zanîn tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê bi dawî hatiye û wan çar efseran jî li sêdarê dan. Silav ji bo wan çar efserên şehîd û hemû şehîdên rêya rizgarîxwaza Kurdistan û hemû cîhanê.
 

Nûçeyên têkildar