Sedr: çi fişarek dibe bila bibe em dest ji vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî bernadin
Muqteda Sedr serokê alîyê Sedr di bersiva yek ji alîgirên wî de di derbarê ew fişarên ku bi ser Sedr ve ji alîyên welatên cîran ve û bi Taybetî Îranê hatine kirin, weha got, em ti carî ji vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî paşîman nabin, fişara Îranê jî çi dibe bila bibe.
Di derbarê pêwendîyên telefonî de digel Malikî, Sedr amaje bi evê yekê kirîye ku Nûrî Malikî di derbarêl bidestanîna aştîyê pêwendî bi min kirîye, min jî tenê sipasîya wî kirîye.




