Hijmara penaberên Rojava li Başûrê Kurdistanê gehişte 150 hezar kesî

Brîtanya-KDP.info/ Nûnera Hukûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê Beyan Samî Ebdulrehman ragehand ku hejmara penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê gehiştiye 150 hezar kesan.
Beyan Samî Ebdulrehman li ser malpera xwe ya twitterê ragehand ku hejmara penaberên Sûriyê û Rojava li Herêma Kurdistanê gehiştiye 150 hezar kesan.
Beyan Samî herwiha daxwaz ji hukûmeta Iraqê û civaka navdewletî kir daku zêdetir hevkariyan wan penaberan bikin ku niha li Herêma Kurdistanê bicîh bûne.
Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, hejmareke zêde ya hemwelatiyên wî welatî berê xwe dan welatên derdorê, ji wan jî hejmareke zêde bi taybetî Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatin Herêma Kurdistanê û niha piraniya wan li Kampa Domîz hatine bicîh kirin.
Li derdora bajarê Silêmaniyê jî kampeke din bo wan hatiye vekirin û di van nêzîkan de kampeke din li Dareşekiran a nêzîkê bajarê Hewlêrê tê vekirin. Jêder PNA




