Jêderek: serokê herêma Kurdistanê bi Nûrî Malikî re kom nabe

Li gorî rojnama Bas ku di roja 19/06/2012 hatîye belav kirin, ku Jêderekî hayadar di nava danûstandina anîya dijberên Malikî ragihand, ku ew nûçeyên behsa vekombûna serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel Nûrî Malikî serokê Hukûmeta Iraqê dikin, ji rastîyê ve dûrin.
Her evî jêderî amaje bi evê çendê jî daye, ku her çar alîyên serekîyên dijberên Malikî yên ku li herdu bajêrên Hewlêrê û Necefê kombûnên xwe kirine, komîteyek pêk anîne, da ku dema vepirsînê ji Nûrî Malikî di nava parlîyamenta Iraqê de kar li ser du alîyan bikin û bawerîyê ji Nûrî Malikî vekşînin.
Herweha evî jêderî got, " di demekê de Malikî li dijî evan mijaran rawestîyaye, di qunaxa bihê de hemû wezîrên dijberên Malikî xwe ji kabîna hukûmetê vedikşînin."
Li gorî evî jêderî, ku tê çaverêkirin dema vepirsîna Malikî di parlîyamentê de hemû parlîyamentên Kurd bo digel bizava Goran deng li ser vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî didin.




