26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balefirên Tirkiyeyê devera Nêrwe Û Rêkan bordiman kirin

Çavkanî: KDP.info

Duhî 19.6.2012 danê êvarê hijmareke Balefirên Tirkiyeyê dubare dest bi bordiman kirina hijmareke gund û zozanên devera Nêrwe û Rêkan ya li devera Amediyê kirin.

Li gorî zaniyariyan di bordimana duhî de ku, bi qasî 45 deqîqeyan dom kiriye de zêdetir ji 7 Deverên curbicur bûne armanc û di encama bordimana han de agireke mezin bi lewerge, pawen, bistan û rezên şîniyên deverê ketiye.

Hevdem şîniyên deverê jî li hember vê bordimana han bi fikarin û neçar mane jiber parastina canê xwe warên xwe bicîhbihêlin.

Hêjayê gotinêye ku, tundûtîjî di navbera PKK û Tirkiyeyê de dubare destpê kiriye û duhê şev jî çekdarên PKKê êrîş kirine ser çend Qereqûlên Artêşa Tirkiyeyê û zêdetir ji 30 leşkerên Tirk koştine û hijmareke din jî birîndar kirine.

 

Nûçeyên têkildar